HEBÛN NIKARE BÊ QEDEXEKIRIN !
17ê Gulanê, roja ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 1990an de homoseksuelî ji lîsteya “nexweşiyan” derxist, li çar aliyê cîhanê wekî Roja Dijî Homofobî, Bifobî, Transfobî û Înterfobîyê tê pîrozkirin. Piştî 35 salan, dema ku salname dîsa 17ê Gulanê nîşan dide, em careke din nirxa vê xala werçerxê ya dîrokî fêm dikin û dengê xwe bilind dikin da ku girîngiya têkoşîna li dijî nefretê tekez bikin. Bi îlham û hêza ku em ji vê rojê distînin, em ê hevgirtina xwe mezin bikin û jiyana xwe, nasname û hebûna xwe biparêzin.
Wek şahidên êşên ku li vê herêmê hatine jiyîn, em hemû hevalên xwe yên ku ji ber polîtîkayên dewletê û ji ber tedbîrên ku nehatine girtin ji jiyanê hatine dûrxistin bi hesret bi bîr tînin û em vê yekê careke din, bi taybetî îro, dubare dikin. *HOMOFOBÎ DIKUJE… TRANSFOBÎ DIKUJE… BÎFOBÎ DIKUJE… ÎNTERFOBÎ DIKUJE…
Di nameyekê de ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî berîya çend rojan parve kir, hewl hat dayîn ku bikaranîna têgehên wekî “Zayenda Civakî”, “Meyla Cinsî” û “LGBTÎ+” jî bên qedexekirin ku ev têgeh di nav qada navneteweyî de hatine qebûlkirin û bi cih bûne.
Ev hewldanên qedexekirinê delîlên kuştina hevalên me ne û rewşa wan hevalên me yên ku ber bi xwekuştinê ve çûn dîsa bingeha xwe ji van qedexeyan distîne. Ev hewldanên qedexekirinê nîşan didin ku hevalên me di wan pêvajoyan de rastî çi hatine û ketine nav rewşên çi rengî.
Dewleta ku rê li ber kuştin û xwekuştinan nagire û ji bo pêşîgirtina wan tu tedbîran nagire, bê dudilî vê rewşê diparêze, ku em wê wekî êrîşeke eşkere li ser hebûna xwe dibînin. Berpirsiyarên hemû neyînîyên wan kesên ku cesaretê ji vî zimanê dewletê digire jî dîsa dewlet bi xwe ye. Ji ber vê yekê em dibêjin xwekuştin û cinayetên LGBTÎ+YAN SÎYASÎ NE.
Ev hewldana qedexekirinê ya ku hat qalkirin hevoka “dikandar heke heke hewce bike leşker in, polîs in û dema ku pêwîst be dadger in” anî bîra me. Ji ber vê yekê kujerên rastîn ên Alî Îsmaîl Korkmaz, ku di temenê xwe yê pir ciwan de bi lêdanan hat kuştin, bê ceza man û piştî Alî Îsmaîl, hejmara karkerên ku heta mirinê lêdan li wan hat kirin, kesên trans ên ku heta mirinê hatine şewitandin û jinên ku heta mirinê hatine îşkencekirin her çû zêde bû.
Ew rastiya ku meşên rûmetê hîn jî qedexe ne, yek ji nîşaneyên herî mezin e ku Komara Tirkiyeyê li dijî peymanên navneteweyî yên ku îmze kiriye tevdigere. Li hemberî van binpêkirinên mafan welatên îmzeker ên cîhanê ji ber berjewendîyên xwe dengê li Tirkîyeyê nakin û deng dernaxin. Ev yek şermeke mezin e û nîşan dide ku ew welatên îmzeker ên peymanê jî jiyana kesên LGBTÎ+ yên ku li ser erdnîgarîya me dijîn paşguh dikin.
Eşkere ye ku di Tirkiyeya 2025an de, partiya desthilatdar û hevkarên wê, ango hêzên siyasî yên navendî-rastgir, li şûna ku vê rastîyê wekî rewşek ku divê li dijî wê şer were kirin qebûl bikin, bi awayekî ku nefretê teşwîq bike, tevdigerin.
Bi boneya 17ê Gulanê, Roja Navneteweyî ya Dijî Homofobî, Bifobî, Transfobî û Înterfobiyê, em hemû LGBTÎ+yan, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatiyên ku dostên LGBTÎ+yan in vedixwînin ku li dijî vê siyaseta nefretê ya înkarker û êrîşkar rawestin û dengê xwe hîn bi hêztir bilind bikin.
Bijî 17ê Gulanê!
KOMÎSYONA LGBTÎ+ A KOMELEYA MAFÊN MIROVAN