BANGA LEZGÎN: JI BO ZAROKAN AŞTÎ!

Şerê berdewam û wêrankirina binesaziyê li gelek wargehên Rojava, bi taybetî li bajarê Kobanî’yê, gihîştina mafên zarokan ên bingehîn ji holê rakiriye. Qutkirina ceyranê, avê û xizmetên ragihandinê ji bo zarokan neminkûn dike ku bigihîjin xwarin, perwerde û stargehên ewle. Di bin van şert û mercan de, mafê jiyan, mayîn û pêşketina zarokan di bin gefek giran de ye.

Li gorî agahiyên Heyva Sor a Kurd û SOHRê, li ser bingeha daneyên ji navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan, herî kêm pênc zarok ji ber negihîştina sotemenî, ceyranê, ava paqij û tenduristiyê, digel sermayê û kêmbûna xwarinê jiyana xwe ji dest dane. SOHRê ragihand ku pergala tenduristiyê li Kobanî’yê li ber hilweşînê ye, xwarina bebekan û dermanên bingehîn xilasbûne, ceyran qutbûye, oksîjen kêmbûye. Ji ber van sedeman, bebekên nû ji dayikbûne, dimirin.

Xala 6emîn a Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî mafê jiyan û pêşketinê ji her zarokekî re garantî dike. Xalên 24, 27 û 28emîn ên heman peymanê bi awayekî zelal mafên zarokan ên tenduristî, xwarin, şert û mercên jiyanê yên guncaw û perwerdeyê berbiçav dike. Tiştê ku îro li Rojava diqewime nîşan dide ku ev hemû maf di heman demê de û bi awayekî sîstematîk têne binpêkirin.

Em bibîr tînin ku dibistan û zarok ne armancên şer in; binpêkirina mafê perwerdeyê çawa bandorê li ser zarokan dike, di heman demê de bandorê li ser niha û pêşeroja tevahiya civakê jî dike. Tunebûna xwarin û ava paqij zarokan dixe ber pirsgirêkên tenduristiyê yên mayînde; windabûna şert û mercên cihên ewle zarokan bi tundî, binpêkirina mafan, îstîsmar û koçberîyê re, rû bi rû dihêle.

Hiqûqa mirovî û hiqûqa mafên zarokan ya navneteweyî destnîşan dikin ku divê zarok di rewşên şer de parastinek taybetî werbigirin. Lêbelê, li Rojava, zarok neçar dimînin ku bedela şerekî ku ew ne tê de ne bidin. Binpêkirina mafên bingehîn ên zarokan bi ti sedemek leşkerî, siyasî an ewlehiyê nikare bê rewakirin.

Wekî Komeleya Mafên Mirovan, em dubare dikin ku: Zarok ne alîgirên şer in. Divê li Rojava ev binpêkirinên piralî yên mafên zarokan, bi lez û bez bi dawî bibin; divê mafê wan ê jiyanê, gihîştina wan a perwerde, xwarin û stargehên ewle bi awayekî lezgîn were garantîkirin. Em bang li hemû berpirsyaran dikin ku demildest tevbigerin.

Komîsyona Navendî ya Mafên Zarokan a ÎHD’ê