Cejna newrozê, ku tê wateya “rojeke nû”, ne tenê mizgîniya biharê ye, lê di heman demê de rojeke bîranîn û hevgirtina kolektîf e ku tê de mafên çandî û nasnameyî têne xwestin. Wekî Komeleya Mafên Mirovan, em cejna newrozê pîroz dikin.
Cejna Newrozê ji têkoşîna dîrokî ya Kawayê Hesinkar ya ku li dijî zilma Dehak ve, li gelek welatan bi kevneşopî tê pîrozkirin. Cejna Newrozê, rabirdûyê heya niha wek bi teşekirina rojek têkoşîna bindestan hatiye pênasekirin. Wekî gelek welatan, herêma me jî şahidiya têkoşînên dirêj ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê kiriye; di salên 1990î de, pîrozbahiyên Cejna Newrozê hatin qedexekirin, nemaze bajarên Kurdan, û li gelek bajaran, welatiyên ku dixwestin Cejna Newrozê pîroz bikin hatin kuştin û gelekên wan din jî birîndar bûn. Di encama têkoşîn û qurbaniyên dîrokî yên bi vî rengî de ye ku îro Cejna Newrozê bûye rojek ku bi awayekî girseyî tê pîrozkirin.
Em gelek bi hêvî ne ku em îro Newrozê bê çek û bê şer pêşwazî dikin. Bê guman, di vê pêvajoyê de danîna çekan û rawestandina şer pir girîng e. Lê têrê nake, Ya sereke ew e ku sedemên ku dibin sedema pevçûnê ji holê bên rakirin, di dîroka erdnîgariya me de pirsgirêka Kurd a çareserkirna davîn a aşitiyane ye. Ji bo aştiyek dadperwer û mayînde; di serî de mafê jiyan û perwerdehiyê bi zimanê dayikê, û mafên hemwelatîbûna wekhev, Ev dê gaveke girîng be ku ber bi pêkanîna daxwazên mafên çandî yên li ser bingeha nasnameyê û bidestxistina çareseriyeke dadperwer û demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd. Di vê çarçovê de, Cejna Newrozê wek betlaneyeke fermî bê îlankirin, Divê darizandinên siyasî bi lezgînî bi dawî bibin. Di serî de berpirsên hilbijartî û kesayetên muxalefet bi sedemên siyasî hatin girtin bên berdan, ev gavên din in ku dê pêvajoya aştiyê xurt bikin; divê rêvebirên kayumê ji kar werin vekişandin û şaredarên hatine hilbijartin bi lez ji nû ve werin vegerandin ser karên xwe.
Ji bo serkeftina pêvajoyê, hêza siyasî; Em bang li hikûmetê dikin ku bi lezgînî rêziknameyên qanûnî yên ku dê demokrasî, maf û azadiyan mîsoger bikin ji raya giştî re ragihîne. Bê çek kirin û rawestandina şer ji bo avakirina aştiyê têrê nake. Divê mekanîzma werin avakirin da ku pirsgirêkên civakî û civakiyên ku ji ber şerê çil salan çêbûne werin çareserkirin,rastî û edalet were misogerkirin û Em dixwazin teqez bikin ku divê şert û mercên beşdariya çalak a rêxistinên civaka sivîl di pêvajoyê de werin lebat kirin.
Wek ÎHD, li erdnîgariya me û li seranserê cîhanê em ji raya giştî re radigihînin ku em ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet bidomînin.
Wekî parêzvanên mafên mirovan, em hêvî dikin ku pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya îsal, li hemberî şer û pevçûnên berdewam, aştiyê bînin cîhan û Rojhilata Navîn û Em hêvî dikin ku ev destpêka pêvajoyeke nû ya aştiyê be û saleke ku em ê tê de azadiyên xwe bi dest bixin.
BIJÎ NEWROZ!..
YAŞASIN NEWROZ!..
BIJÎ BIRATIYA GELAN!..
BIJÎ AŞITÎ!..



