Tahir Elçi, endam û rêveberê Komeleya Mafên Mirovan, dostê me yî hêja, heval û hogirê me yê têkoşînê, deh sal berê di 28ê Mijdara 2015an de, li navçeya Sûrê ya Amedê, li bin Minareya Çar Pê, dema ku xwest rûxandinên sedemî pevçûnan bîne ber çavan, hat qetilkirin.
Tahir Elçi, parêzvanekî mafên mirovan bû ku di demên herî tarî de xwe neda paş û ligel şkence, gefxwarin û binçavkirinan dev ji bi peyketina rasteqîniyê berneda. Di kar û têkoşînên ji bo kuştinên kujernediyar, şewitandina gundan, windakirinên bi zorê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan derkevin holê, ew her tim li pêş bû. Israra wî ya li dijî veşartina rasteqîniyê û cesareta wî, wekî (e) yeke (ji) xurttirîn mînaka parêzvaniya mafan di bîra me de ye.
Daraziya deh salên dawî ya ji pûte û karîgeriya pêwistiya edaletê bêpar mayî, di civakê de bûye sedema bêbaweriyeke giran. Lêpirsîn bi derengî ketine, delîlên girîng nehatine berhevkirin, berpirsiyarên wê demê nehatine guhdarîkirin, doz û daraz hatiye bêtesîrkirin û bi bêcezahiştinê bi dawî bûne. Ev pêvajo careke din li ber çavan radixe ku bêcezatî li Tirkiyê bûye pratîkeke dewletê ya sîstematîk û berdewamî.
Îro, cihê ku dosyaya Tahir Elçî lê sekiniye nimûneyeke ji vê tabloyê ye. Ev dawa, piştî qedandina tevekên rê û rêçikên dadmendiyê li Dadgeha Destûra Bingehîn sekiniye. Em aşkera bangewaziya xwe radigihînin ku vê dosyaya bi salan derengxistî, wisa li Dadgeha Destûra Bingehîn jî raneweste: Êdî, me divê daraziya bilind a vî welatî ji nav mekanîzmaya ku bêcezatiyê tîne holê derkeve der û biryar bide ku di dosyaya Tahir Elçî de rasteqînî diyar bibe.
Ev dawa ne tenê bi kuştina mirovekî sînorkirî ye; ew dawa, şênbertirîn delîlek e ku li Tirkiyê rasteqînî çewa tê veşartin, mekanîzmayên edaletê çewa betal dibin û dewleta dadmend çewa tê pûçkirin, derdixe holê.
Em İHDyî û hevalên Tahir Elçi yên têkoşinê, heta failên rastîn bên dîtin, berpirsiyar hesab bidin û dîwarên bêcezabûnê hilweşin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em deyndarê Tahir Elçi ne: xuyakirina rastêqînîyê, bicîanîna edaletê û geşkirina têkoşîna aştiyê deynê me ye.
Heta ji bo Tahir Elçi edalet bicî bê emê nesekinin. Emê Tahir Elçi ti car ji bîr nekin.
Komeleya Mafên Mirovan



