Em parêzvaniya maf û azadiyên mirovan didomînin!
Komeleya Mafên Mirovan (İHD), 17ê Tîrmeha sala 1986an, bi mebesta karkirina “li ser heq û azadiyên mirovan” û bi îmzeya 98 parêzvanên mafên mirovan, ku di nav wan de meriv û heval û hogirên girtî û hepsiyan, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, akademisyen, parêzer, bijîşk, avahîsaz, endazyar û mamoste hebûn, hat damezrandin. Ji damezrîna İHDyê vir de 23 endam û rêveberên wê bi destê kujerên nediyar hatin kuştin û bi sedan endamê wê jî brîndar bûn. Salên 1998an û 2002yan, di navenda komeleyê de êrîşên çekî û fîzîkî bi ser serokên İHDyê yên wê demê ve hatin kirin. Em ew damezrînerên komeleyê ku jiyana xwe ji dest dane bihezkirin û rêzdarî û bi minet bibîr tînin.
Ji hinga damezrîna İHDyê û vir de, bi sedan endam û rêveberên komeleyê, rastî tacîzên adlî û dadmendî hatin û hîna jî tên. Li gel hemû zordestî û fişarên li ser İHDyê, wê xwe ji parêzvaniya maf û azadiyên mirovan neda paş. Bi boneya vê roja salvegera damezrîna İHDyê, em Hüsnü Öndül ku par çû ser dilovaniya xwe û hemû hevalên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Herwiha em endam û rêveberên İHDyê, yên ku hîna di heps û zîndanan de ne û yên ku sirgûn bûne, silav dikin.
Komeleya Mafên Mirovan, dibêje ku dewleta Komara Tirkiyê xweyî pirsgirêka demokrasî û mafên mirova ye û ji bo alikariya çareserkirina vê pirsgirêkê bike têkoşîna xwe bi berkî, bi rik û bi hêvî didomîne. Têkoşîna İHDyê, di vê erdnîgariyê de, gelek tişt li ser avakirina hişmendî û çanda mafên mirovan zêde kiriye û hîna jî zêde dike. Ji ber vê yekê em dibêjin baş e ku İHD heye. MA EM NEHEQ IN?
Mixabin, qerneyê mafên mirovan ê dewleta Komara Tirkiyê bi binpêkirinên mafan ve dagirtî ye. Em pêşniyarên xwe yên di vî warî de her sal nû dikin û dubare dikin. Ji ber vê yekê, em dixwazin di 39 saliya xwe de jî, ku me têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan, demokrasi û aştiyê bê navber domandiye, hinek peşniyar û daxwazên xwe bilêv bikin.
Li vê erdnîgariyê, yek ji pirsgirêkên sereke di warê demokrasi û mafên mirovan de, çareserkirina pirsgirêka Kurdî ye. Di çareserkirina vê meselê de dewlet û rayedariya siyasî hê û hê jî li ser siyasetên ewlehiyê, red û înkarkirinê ısrar dikin. Ev yek ji alikî ve dorhêla demokrasi û mafê mirovan xerabtir dike û zirarê dide aştiya civakî û ji aliyê din ve jî, li ser aboriya dewleta Komara Tirkiyê dibe sedema herifînên xedar. Siyaseta jikarderxistina hevşaredarên Kurd ên hilbijartî û pîşandina qeyûman berdewam e. Piştî hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê, sala 2024an, li 13 şaredarîyan, ku 10 ji wan ji DEM Partiyê 3 ji wan jî ji CHPê bûn, qeyûm hatine pîşandin. Ekrem İmamoğlu, şaredarê Stenbolê yê Bajarê Mezin û bi dehan şaredarên CHPê, bi operasyonên sîyasî hatine binçavkirin, girtin û ji karê şaredariyê hatine derxistin. Di Doza Kobaniyê de, ku hevserokê HDPê (Partiya Demokratîk a Gelan) yên berê, Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ û yek ji sekreterên giştî yê berê yê İHDê Nazmî Gür jî di nav de 108 kes hatin darizandin, bi temamî ji 400 salî zêdetir ceza hat dayîn; ev yek nîşanî me dide ku li vê erdnîgariyê darazî, wek amûreke bêdengkirin û cezakirinê tê bi kar anîn. Van mehên paşî, bi heman fehmdariyê, şaredar û siyasetvanên CHPê dibin hedefê vê daraziyê. Pedivîya Tirkiyê, bi qebûlkirina pirsgirêka Kurdî û bi pêvajoyeke nû ya aştiyê heye.
Ji bo demokratîkbûna dewleta Komara Tirkiyê, divê dewlet pirsgirêkên demokrasî û mafên mirovan bi pêvajoyeke rasteqîn a çareserkirina şer çareser bike û bi raboriyê re rûbirû bibe. Pêwîstî bi vîneke ku karibe daxwazên hemû dorhêlên civakî yên dîkekirî, pêşî jî daxwaza aştiyê ya gelê Kurd û daxwaza Elewîyan a mafê wekhevîya hemwelatîbûnê, li ser esasên mafên mirovan ava bike heye. Em di derbarê çareserkirineke aştiyane ya prisgirêka Kurdî de, dibin şahidê geşedanên girîng ku di 1ê Cotmeha 2024an de destpê kiriye. Abdullah Öcalan ku ji çar salan zêdetir di bin tecrîdeke giran de maye, cara pêşîn di 23yê Cotmehê de malbata xwe dîtiye û di 27ê Sibata 2025an de, nivîsa Öcalan a bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ji raya giştî re hatiye ragihandin. PKKê piştî vê bangê, di 1ê Adarê de agirbest îlan kiriye û di 12ê Gulanê de Kongreya Çekdanînê li dar xistiye û biryara çekdanînê daye. Di 9ê Tîrmeha 2025an de, Abdullah Öcalanê ku di girtîgeha İmraliyê de ye, bi video-konferansekê bang li PKKê kiriye ku komek mîlitanên PKKê bi awayek sembolîk çekên xwe deynin. Di 11ê Tîrmeha 2025an de, li nav sînorê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, li çolteriya bajarê Silêmaniyê, bi beşdarbûna bi sedan nûnerên rexistinên civakî yên sivîl, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û dayikên aştiyê, rêûresmek hat li dar xistin û 30 mîlîtanên PKKê çek û rextên xwe şewitandin û diyar kirin ku ji bo aştiyê amade ne. Em carek din dixin bîra dewletê ku, ji bo mîlîtanên çekdanînî beşdarî siyaseta sivîl û jiyana demokratik bibin divê bi lez gavên sîyasî û hiquqî bên avêtin. Koma mîlîtanên ku çekên xwe şewitandin, agahiyên nasnameyên xwe û envanterên çekên şewitî, teslîmî Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Komeleya Huqûqnasên Ji Bo Azadiyê (ÖHD) û Weqfa Mafên Mirovan (TİHV) kirine. Ji aliyê beşdarbûneke aktîf a rêxistinên civakî yên sivîl em gelek giringiyê didin teslîmkirina van çekan. Em diyar dikin ku di vê pêvajoyê de, divê zêdetir rêxistinên civakî yên sivîl bi bingeheke yasayî, wek çavekî sêyemîn, tevlî vê pêvajoyê bibin.
Li gel hemû geşedaniyan, dewletê di derbarê aştî û pêvajoyê de ji xeynî gotinan gaveke şênber neavêtiye. Li gor raporên komeleya me yên sala 2025an, 1412 girtîyên nexweş -335ê wan bi nexweşiyên giran- di girtîgehan de ne. Girtiyên siyasî yên ku 30 sal di hepsê de mane û dema hepskirina wan xelas buye, bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê, ku ti selahiyeteke wan a dadî tune, hê jî di girtîgehan de ne. Digel biryarên AİHMê (Dadgeha Ewrûpa ya Mafên Mirovan), li ser “mafê hêviyê” ti gav nehatiye avêtin. Bêşik pirsgirêka Kurdî tenê ji van meseleyan pêk nayê. Pêdiviya dewleta Komara Tirkiyê bi çareseriyeke rasteqîn ya çareseriya şer û qanûneke bingehîn a nû û demokratîk heye. Li gor rê û rêzanên Neteweyên Yekbûyî yê li ser Bêçekbûnê divê bi lezgînî “Komîsyonên Heqîqet, Rûbirûbûn, Edalet û Tezmînê” bên li dar xistin da ku bi van komîsyonan pêvajoya çareseriya şer û bi raboriyê re rûbirûbûn bimeşe û hem gel hem jî rêxistinên civakî yên sivil di nav vê pêvajoyê de bin. Divê di peymana civakî de, ku dê nû bê çêkirin, pirsgirêkên bingehîn ê Tirkiyê, wek pirsgirêka Kurdî, daxwazên Elewîyan, wekheviya zayenda civakî, şêweyeke rêveberiya ademî merkeziyetê, perwerdehiya (bi) zimanê dayikê û hemwelatiyeke destûrî cih bigrin.
Ji bo rêya demokrasiyê vebibe divê azadiya derbirînê teqez bê dabîn kirin. Pêwîst e, ku Yasaya li Dijî Terorê ku di derbarê azadiya derbirînê de astengiyeke herî girîng e bê betal kirin; sansûr û zordestiya RTÜKê li ser saziyên weşanê bi dawî bibe, tade û zordestiya daraziyê ya li ser saziyên çapemenî û weşanê ji holê bê rakirin, dev ji hewldanên bêdengkirina medyaya civakî bê berdan. Ne pêkan e ku bêyî azadiya ravekirina hizir û ramanê û azadiya çapemeniyê rê li ber demokrasiye vebibe.
Mixabin, van demên paşî, zêdebûna qedexeyên li ser mafên rêxistîbûnê, civîn û xwepêşandanê û binpêkirina mafên kesên ku hewl didin mafên xwe bi kar bînin berdewam e. Ev binpêkirin, di van çalakiyan de zêdetir berbiçav in: çalakiyên ku kedkarên dewletê ji bo parastina mafên xwe yên aborî û pîşeyî li dar dixin; çalakiyên ku kedkarên dewletê ji bo karê ji destê wan hatiye derxistin ji nû ve bi dest bixin li dar dixin û çalakiyên ji bo bidestxistina mafan; çalakiyên li dijî şirketên madenê ji bo parastina dorhêlî, ji bo parastina erd û avê tên li dar xistin; çalakiyên jinan; çalakiyên partiyên dijber; çalakiyên Dayikên Şemiyê û çalakiyên ji bo piştgiriya rojnamevanên girtî tên li dar xistin. Gotin û galegalên li ser hebûna LGBTİ+yan, di derbarê mafê rêxistîbûn û xwepêşandanê de siyaset û pratîkên tade û zordestiyê, wek nîşaneya bîreweriya rayedariyê, berdewam e. Jîyana LGBTİ+yan bi destê dewletê di xeterê de ye, dermanên hormonan ên kesên trans nagihîjin wan û ev kêmasî jîyana kesên hestyar ber bi xwekuştinê ve dibe. Kesên ku Meşên Rûmetê qedexe dikin û qaşo bi navê hevdîtinên gewre yên malbatî mitîngên nefretê li dar dixin, rê didin şkenceyên ku li zikakan aşkere li LGBTİ+yan tên kirin. Lewma em careke din tînin ziman, qetla LGBTİ+yan û xwekiştina wan siyasî ye.
Girîngiya cudakirina hêzan di daraziya xweser û alînegir de xwe dide der. Bêyî hebûna daraziyeke li gor hêmana serweriya huqûqê ne pêkan e ku edalet bê dabîn kirin. İHD, di wê fikr û ramanê de ye ku serweriya huqûqê, daraziya xweser û alînegir, parçeyekî girîng ê têkoşîna mafê mirovan e. Lê mixabîn li vê axê darazî di destê rayedariya siyasî de ye. Em di rewşeke xeternak de ne ku organên daraziyê her diçe ji standardên ku di peyman û protokolên navnetewî de hatine verastkirin dûr dikevin, li dijî xala 90î ya Qanûna Bingehîn biryar tên dayîn, herwiha li dijî biryarên AİHM û Dadgeha Qanûna Bingehîn (mînak: biryarên li ser Selahattşn Demirtaş, Osman Kavala û Can Atalay) biryar tên dayîn. Wisa bûye ku li hemû deverên vî welatî, mirov bi nobedariya edaletê li EDALETÊ digerin. İHD, bi şirketa lêkolînê, KONDAyê, vekolînek bi navê “têgihîna aştiyê” daye çêkirin; li gor vê lêkolînê, civak hêviya xwe ji dêsmana huqûq û edaleta heyî birîye û her diçe baweriya civakê ku dê edalet pêk bê kêmtir dibe.
İHD, di geşepêdana hişmendî û çanda mafên mirovan de xweyî tevkariyek girîng e; li dewleta Komara Tirkiyê, divê mafên İHDê û parêzvanên mafên mirovan ên parastina mafên mirovan bê pejirandin. Divê siyaseta tade û zordestiyê li ser parêzvanên mafên mirovan ku bi rêya daraziyê tê meşandin bi dawî bibe. Divê venêrîna Wezareta Karên Navxweyî ya li ser karên komeleyan bi dawî bibe; bi rêya guherîna qanûna li ser komeleyan dev ji pratîkên fîşkirina kesan, ku ji demên derbeyên leşkerî mane, bê berdan; li ser navê “pêşîlêgirtina fînansekirina terorê”, divê sînorkirina kar û barên komele û weqfan û bi vî hawî kontrolkirina wan û bi hêsanî tayînkirina qeyûman bi dawî bibe. Divê Tirkiye Danezana Parastina Parêzvanên Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî bipejirîne û di vî warî de siyasetên bibandor bişopîne.
Têkoşîna 39 salan ya parêzvanên mafên mirovan di bin banê İHDê de, li ser rûmeta mirovan, bi daxwaza azadî, wekhevî, edalet û aştiyê dê bidome û têkoşîna ji bo Tirkiye bigihîje sazûmaneke demokratik ya li ser mafên mirovan avakirî dê bê domandin.
Di 39em salvegera damezrîna İHDê de, em bi berkî, parêzvaniya maf û azadiyên mirovan û parêzvaniya mafê aştiyê didomînin; em dibêjin baş e ku İHD heye.
PARÊZVANÊN MAFÊN MIROVAN BÊDENG NEMAN, DÊ BÊDENG NEMÎNIN.
MA EM NEHEQ IN!
Komeleya Mafên Mirovan



