Ji Neteweyên Yekbûyî,
Sazî û dewletên endam ên Yekîtiya Ewropayê,
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û ji nûnerên jinan re,
Êrîşên sîstematîk ên ku ji hêla komên çekdar ên girêdayî HTŞ-ê ve ku bi piştgiriya eşkere an veşartî ya hêzên cîhanî li Sûriyeyê tevdigerin, li dijî Elewî, Durzî, Kurd, Ermenî û gelên din ên li herêmê dijîn di çarçoveya rêveberiya demkî ya ku ji hêla HTŞ-ê ve hatîye damezrandin de pêk tên, êdî ji alîyê tevahiya raya giştî ya cîhanê tê zanîn.
Ev êrîş sûcên şer in ku encamên wan giran û bêveger in, bi taybetî ji bo jin û keçan. Di demên dawî de, êrîşên 6ê Çileya 2026an li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, ku xelkê herêmî, bi taybetî Kurd, hedef digirin, binpêkirinên eşkere yên qanûna mirovî ya navneteweyî ne. Li ber çavên cîhanê laşê bêcan ê jinekê ji avahiyekêde hate avêtin. Ev kiryar, asta vê hovîtiya li dijî jinan eşkere dike.
Gelek rewşên destdirêjiya cinsî, îşkenceya cinsî, girtina bi zorê û gefxwarinê, ku ji raya giştî re nehatine ragihandin lê bi agahiyên pêbawer ên ji qadê hatine piştrast kirin, bi awayekî zelal nîşan didin ku laşên jinan veguherîne çekên şer. Ev sûc ne bûyerên yekcarî ne; ew beşek ji polîtîkayeke tundiyeka bi hişmendî, rêxistinkirî û sîstematîk in.
Îro, li Rojava, bi taybetî li bajarên Heseke û Kobaniyê yên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, jin û keçên li herêmê di bin gefek cidî û yekser de ne. Wekî hemû şerên di dîrokê de, jin di şerê berdewam ê li Sûriyeyê de jî, bedelên herî giran didin. Mafê wan ê jiyanê, temamiya bedenê, rûmet û azadiya wan rasterast tê hedefgirtin.
Qanûna navneteweyî demek dirêj e tundiya di dema şer de li dijî jinan paşguh kiriye. Tundiya cinsî ya ku bi hezaran jin di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyemîn de rastî wê hatine, di Dadgehên Tokyo û Nurembergê de jî wekî sûcekî şer nehatiye hesibandin. Lêbelê, piştî qirkirin û komkujiyên li Bosna û Ruandayê, bi saya têkoşîna jinan bi xwe, di qanûna navneteweyî de awayek girîng hat bidestxistin; tundiya di şer de, ya cinsî, ya li dijî jinan bi eşkere wekî sûcekî şer û sûcekî li dijî mirovahiyê hate nas kirin.
Îro, li Sûriyeyê, û bi taybetî li Rojava, komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê sûcên şer ên berfireh û sîstematîk li dijî jinên ji gelên xwecihî yên Kurd, Elewî, Ermenî, Durzî û yên din dikin. Tevî vê yekê, bêdengiya ku ji hêla mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî ve, bi taybetî hêzên serdest ên cîhanê, tê nîşandan, nayê qebûlkirin.
Ji ber vê yekê, em, wekî parêzvanên mafên mirovan ên jin; careke din, hewce dibînin ku van tiştan bi bîr bînin:
- Biryara 1325 a Neteweyên Yekbûyî ya li ser “Jin, Aştî û Ewlehiyê”,
- Peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ku Yekîtiya Ewropî û welatên endam ên wê alîgirên wan in.
Saziya Neteweyên Yekbûyî bi armanca pêşîgirtina şeran û parastina sivîlan hatiye damezrandin, û mekanîzmayên wê yên taybet hene ku bi tundûtûjiya li dijî jinan re eleqedar e. Girîng e ku ev mekanîzma li dijî sûcên şer ên li dijî jinên li Sûriye û Rojava pêngaveke zelal, eşkere û girêdayî bigirin. Bi heman awayî, em bawer dikin ku divê hemû nûnerên ku di saziyên Yekîtiya Ewropayê de kar dikin, bi taybetî endamên jin ên parlamentoyê, li hember van sûcên giran ên li dijî jinan tên kirin, bêdeng nemînin.
Herêma ku em lê dijîn rasterast di bin bandora şerê li Sûriyeyê de dimîne. Her êrîşeke nû, her binpêkirineke nû li wir rasterast bandorê li me dike, û em jin, neçar dimînin ku bi encamên vê tundiyê re rû bi rû bimînin.
Ji ber vê yekê, em di serî de bang li jinên ku di Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê de dixebitin dikin ku bi me re bibin yek û li dijî sûcên şer ên li Sûriye û Rojava tên kirin, bi taybetî li dijî şîdeta li ser jin û keçan, tevgerek zelal bigirin. Me ev nivîs nivîsandiye da ku em her kesî ji tiştên ku diqewimin re agahdar bikin, daxwaza tevgerê bikin, bêdengîyê xirab bikin û hevgirtina jinan a navneteweyî xurt bikin.
Em li bendê ne ku hûn li gel me bin, deng derxînin û berpirsiyariyê bigirin in.
Bi rêz û silav,
Komîsyona Jinan a Navendî ya IHDê



