Roja Yekê Îlonê, ku di vê rojê de Almanyayê Polonya îşgal kiriye û Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kiriye, ji aliyê bi milyonan însanan ve wek Roja Aşitiyê ya Cîhanî tê pîrozkirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY), di 19ê Berfanbara 2016an de, Danezana Mafê Aşitiyê qebûl û îlan kiriye û bi vê yekê di bîra hemû welatên endamê NY aniye ku mafê aşitiyê mafek ji mafên mirovan e. Herwiha Konseya Mafê Mirovan ya NY bi biryara xwe ya 22ê Pûşpêra 2017an, diyar kiriye ku divê hemû dewletên endamê NY piştgiriya mafê aşitiyê bikin.
Sala 2025an, vê roja ku em careke din wek roja aşitiyê ya cîhanî pîroz dikin, li gelek deverên cîhanê şer û pevçûnên herêmî û cîgeyî didomin. Bi taybetî, siyasetên tund ên Îsraîl li ser Filistînê bûye rojeva dinyayê. Ji xeynî vê jî, dagirkirina Ukraynayê bi destê Rûsyayê, şer û pevçûnên li Sûdan, Myanmar, Burkina Faso, Malî û Libyayê didomin dibe sebebê kuştina bi hezaran kesên sivîl û binpêkirina gelek mafan, di serî de jî binpêkirina mafê jiyanê. Siyasetên desthiladarên dinyayê yên emperyal û li ser bêçareserkirinê avakirî li hemû dinyayê sedema herî sereke ya domandina şer û pevçûnan e.
Siyaseta tund ya Îsraîl li ser Filîstinê binpêkirina peymanên navneteweyî ye. Herwiha Îsraîl, dema ji alikî de êrîşî Xezzeyê dike ji alîkî de jî alîkariya xwirakê berbend dike û bi vî hawî dibe sedemê mirinên jibirçîbûnê. Bi taybetî, di van êrîş û berbendkirina xwirakê de gelek zarok jiyana xwe ji dest didin. Ev yek ji bo parêzvanên mafên mirovan rewşeke herî xedar e ku nayê qebûlkirin. Bêdengbûna gelek dewletan a di derbarê siyasetên tund yên İsraîlê jî nabe ku bê qebûlkirin.
Li vê erdnîgariya ku em lê dijîn helwesta dewletê ya bi salan ku ji aliyê siyasetên ewlehiyê ve li pirsgirêka Kurdî dinêre bûye sedemê gelek derd û kulan û mirinan. Dewleta Komara Tirkiyê ji avakirina xwe û vir de, siyasetên bêçareserkirinê kiriye siyasetên xwe yên fermî. Ev siyaset, li ser çewisandina bi tûndî ya daxwazkirina mafan a bi hemû cûreyî hatiye avakirin. Li Tirkiyê gelek caran hewldanên aşitiyê yên ji bo pirsgirêka Kurdî bi rê û rêbazên demokratik bê çareserkirin pêk hatine. Îro jî, em parêzvanên mafên mirovan, pêvajoya ku wek pêvajoya aşitiyê tê binavkirin û bi bangewaziya serokê PKKê Abdullah Öcalan, ji bo pirsgirêka Kurdî bi rêyeke bêçek û tundî bê çareserkirin gavên ji aliyê tevgera Kurdî ve hatiye avêtin wek geşedanên gelek girîng dinirxînin. Şewitandina çekan, bi rê û rêbazên bê şiddet û tundiyê rêlibervekirina çareserkirina pisrgirêka Kurdî ye û zêdebûna hêviya aşitiyê ye. Ji ber vê yekê jî em, parêzvanên mafên mirovan dixwazin diyar bikin ku em vê pêvajoyê gelek girîng dibinin.
Wek hemû kesan em jî dizanin ku geşedanên li Suriyê bi taybetî ji yên li Rojava, di destpêka vê pêvajoyê de gelek bibandor in. Em di wê baweriyê de ne ku, ji bo Dewleta Komara Tirkiyê pêvajoya aşitiyê bi rastî jî bi serkeftin bibe serî, divê piştgiriya siyaseteke li ser yekbûneke bi dilxwazî avakirî ya hemû gelên li Rojava û yên bi gelemperî li Suriyê dijîn bike. Zimanekî herdem bi gefxwarinê dagirtî astengeke herî mezin a li ber pêvajoya aşitiyê ye.
Komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de li parlemana Tirkiyê hatiye avakirin dest bi xebatên xwe kiriye û hinek guhartinên qanûnî di rojevê de ne; bêşik ev geşedanên girîng in. Di vê Komîsyona ku ji bo pirsgirêka Kurdî bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin û tundî bi dawî bibe hatiye avakirin de, di civîna komîsyonê ya guhdarîkirina Dayikên Aşitiyê de astengkirina axaftina bi zimanê Kurdî kêmasiyeke gelek girîng e. Em dixwazin careke din bibîr bixin ku divê Komîsyon bêkêmanî guhdariya hemû rexên şer bike. Divê mekanîzmayên li gorî rêgezên Çekdanîn û Edaleta Demkî ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin bi lezgînahî bê li dar xistin.
Bi boneya 1ê Îlonê, em dixwazin careke din bibîr bixin ku li vê erdnîgariya em lê dijîn astengên li ber azadiya rêxistinbûn û derbirînê hê jî berwedam in. Mirov ji ber fikr û ramanên xwe tên binçavkirin, tên girtin û bi bi salan tên hepskirin. Îro gelek girtiyên siyasî tenê ji ber fikr û ramanên xwe di girtîgehan de ne. Astengiyên li ber tehlîyekirina girtiyên nexweş, yek ji pirsgirêkên kronîk ên girtîgehan e. Dewleta Komara Tirkiyê, mixabin, rewşa tenduristiya girtiyên nexweş bi temamî teslimi Saziya Tiba Edlî kiriye ku ev sazî pisporê fermî ye û biryarên wê li dijî sincên tibê ye; ji ber vê yekê gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de, di bin şert û mercên gelek giran de jiyana xwe didomînin û mixabin hinek ji wan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Herwiha, vekişandina ji Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropa, bi taybetî zêdebûna zimanê nefretê li dijî têkoşîna LGBTİ+yan, rewşeke herî endîşedar e.
Ger tê xwestin ku pêvajoya aşitiyê biçe serî, divê dorhêleke ku mirov karibin fikrên xwe bi azadî bînin ziman bê temîn kirin. Ji ber vê jî, berî her tiştî, divê girtiyên siyasî yên di girtîgehan de bên berdan; divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê hilanîn; divê astengiyên li ber azadiya derbirîn û rexistinbûnê bê rakirin; divê girtiyên nexweş bên berdan; divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Qanûna Bingehîn bên bikaranîn; divê Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropa ji nû ve bê pejirandin û divê Tirkiye, peymanên navneteweyî ku îmze kiriye bê kêmasî bicî bîne.
Ev hemû daxwaz, rasterast girêdayî aşitiyê ne. Bêyî azadiya derbirîn û rexistinbûnê aşitî çênabe. Ji ber vê yekê, em parêzvanên mafên mirovan, di 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê de jî, daxwaza xwe ya aşitiyê bi dengekî bilind tînin ziman. Em bang li îradeya siyasî dikin ku polîtîkayên aştiyane yên li ser mafên mirovan avakirî pêk bîne da ku siyasetên tekparêz, nijadperest, neteweperest, dîkekirî û zimanê nefretbar bi dawî bibin.
BIJÎ AŞİTÎ
KOMELEYA MAFÊN MIROVAN



