Piştî ku Xwişkên Mirabal, yên ku li dijî dîktatoriya Komara Domînîkî têkoşîne û di sala 1960an de bi hovane ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin, 25ê Mijdarê di bîra kolektîf a tevgera jinan a cîhanê de hatiye nivîsandin û bûye rojeke girîng û sembola têkoşîna li dijî tundîya li ser jinan.
Patria, Minerva, û María Teresa Mirabal bûn sembolên têkoşîna ji bo rizgariya jinan û edaleta civakî. Ji ber tevgerên xwe yên siyasî rastî çavdêriya sîstematîk û tundîyê hatine û di dawiyê de jî, ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin.
25ê Mijdarê, di sala 1981an de, di civîna femînîst de ya ku ji aliyê jinên ji Amerîkaya Latîn û Karayîban ve hate organîzekirin, wekî “Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî” hate ragihandin; di sala 1999an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî fermî hate naskirin.
25ê Mijdarê, ne tenê rojeke bîranînê ye; ji bo eşkerekirin û berbicavkirina hemû cureyên tundiya li dijî jinan, ji bo bibîranîna berpirsiyariyên dewletan û ji bo bilindkirina daxwaza jiyaneke li ser bingeha wekheviyê rojeke giring e. Em wekî Komeleya Mafên Mirovan, yek ji hilgirên vê mîrateya dîrokî ne û em dubare dikin ku parastina mafê jiyanê ya jinan berpirsyariya dewletê ye.
Serlêdanên ku di tevahiya salê de ji Komeleya me re hatine kirin, daneyên ku ji nirxandinên çapemeniyê hatine wergirtin, lêkolînên çavdêriya girtîgehan û rapor bi awayekî zelal nîşan didin ku şîdeta li dijî jinan, nayê astengkirin, bi serde jî bi hinek cureyên din yên tundiyê zêdetir dibe.
Sala 2025 wekî “Sala Malbatê” hatiye ragihandin û polîtîkayên saziyên giştî di çarçoveyek malbat-navendî de hatine bicihkirin. Ev yek jî xuyabûna tundiya li dijî jinan kêm kiriye û bûye sedema paşguhkirina mafên takekesî. Nêzîkatiya siyaseta dewletê ya ku ‘yekîtîya malbatê’ dide pêşiyê, gihîştina mekanîzmayên serlêdanên ji bo jinên ku li hemberî tundiyê ne dijwar kiriye û meyla rayedarên sepandina qanûnê û rêveberiyê zêde kiriye ku jinan di bin navê “parastina malbatê” de ber bi navbeynkariyê ve bibin.
Krîza aborî ya berdewam, beşdariya jinan di kar de bi girîngî kêm kiriye, û ev yek bûye sedema zêdebûna girêdayîbûna bi karên neewle, karên nefermî û ji kar derxistinê. Girêdayîbûna aborî ji bo jinan zehmet kiriye ku ji têkiliyên tunditûj derkevin. Wekî din, xizanî jî bûye sedema ku jin di karên neewle û erzan de bixebitin. Ev jî nîşanî me dide kû xetera mirina jinan ya ji qezayên kar zêde kiriye, û di encamê de gelek jinan jiyana xwe ji dest dane.
Bi belavbûna amûrên teknolojîk re, jin li ser medyaya civakî û platformên dîjîtal bi awayekî sîstematîk têne hedefgirtin, bi gef, tacîz, parvekirina bêdestûr a daneyên kesane û şopandina serhêl re rû bi rû dimînin. Tundiya dîjîtal ne tenê êrîşeke takekesî ye; ew pirsgirêkek avahîsaziyê ye ku dîtina jinan di qadên giştî de sînordar dike, azadiya derbirînê tepeser dike û newekheviya zayendî ji nû ve diafirîne.
Di girtîgehan de binpêkirinên sîstematîk ên mafên jinan, berdewam dikin. Ew rastî paqijiya nebaş, negihîştina tenduristiyê, muayeneyên bi kelepçe, lêgerîna tazî û cezayên dîsîplînî yên keyfî tên.
Her çend jin bûne hedefa sereke ya hem pêvajoyên pevçûnê û hem jî polîtîkayên dewletê yên zordar, ew hîn jî wekî kesên herî bihêz ên ji bo aştî, edalet û demokratîkbûnê dimînin. Bandora salên pevçûnê li ser jinan li herêma me piralî ye, bi koçberiya bi darê zorê, xizaniyê, fikarên ewlehiyê û zêdebûna tundiya li ser bingeha zayendî eşkere dibe. Tu pêvajoyek siyasî ku têkoşînên aştiyê yên jinan di çareserkirina pevçûnan de ji holê radike, nikare aştiyek rastîn û mayînde çêbike. Heya ku beşdariya rêxistinên jinan di mekanîzmayên biryardanê de neyên garantîkirin, zirara civakî ya ji ber pevçûnan çêdibe nayê tamîrkirin.
Polîtîkayên ewlehiyê yên demdirêj li herêma me binpêkirinên mafên mirovan ên ku jin pê re rû bi rû dimînin, zêdetir kirine. Destwerdana li azadiya civîn û xwepêşandanan, û her weha muameleya xerab a li ser bingeha zayendî di dema binçavkirinê de, beşdariya jinan di jiyana siyasî û civakî de sînordar dike. Pratîkên leşkerî û îdarî, bi taybetî li parêzgehên Kurdan, dibin sedema binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan ku rasterast bandorê li şert û mercên jiyana rojane ya jinan dikin. Rêxistinên jinan û parêzvanên mafên jinan bi salan e rastî tacîza dadwerî û sepandina qanûnê tên.
Ji ber van hemû sedeman, wekî Sekreteriya Jinan a IHD, em piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê ya di derbarê Meseleya Kurdan de, lê em careke din di bêjin ku di pêvajoyê de aştiyek mayînde tenê bi beşdariya çalak a jinan ve pêkan e.
Di vê çarçoveyê de, daxwazên me ev in;
- 1. Divê Tirkiye hemû bendên Peymana Stenbolê, ku ji hêla hiqûqî ve girêdayî ye, bi tevahî bicîh bîne.
- Divê pêkanînên îdarî û sepandina qanûnê yên kêfî yên ku rê li ber pêkanîna bi bandor a Qanûna Hejmara 6284 an digirin bi dawî bibin.
- Divê zext û nêzîkatiyên krîmînalîzekirinê yên li ser saziyên rêxistinên jinan werin rawestandin.
- Divê siyaseta bêcezatiyê ji bo sûcên tundiya li dijî jinan bi dawî bibe, û divê prensîbên lêpirsîn û darizandina bi bandor werin garantîkirin.
- Divê hejmar, gihîştin û wesfên stargehên jinan werin zêdekirin. Wekî din, ne tenê divê jin ji xetereyê werin parastin, di heman demê de divê şert û mercên ku rê bidin wan ku bi azadî beşdarî jiyana aborî û civakî bibin jî ji wan re werin peyda kirin.
- Bi belavbûna medyaya civakî û zêdebûna gihîştina teknolojiyê re, divê tedbîrên bibandor li dijî zêdebûna tundiya dîjîtal a li dijî jinan werin girtin, û divê azadiya îfade û ramana jinan were parastin.
- Divê pêkanînên ji hev cudakirinê yên li dijî jinên penaber, ku heta statuya penaberiyê jî ji wan re nayê dayîn, bi dawî bibin; divê gihîştina mafên wan yên bingehîn ên wekî mal, tenduristî û perwerdehiyê were misogerkirin.
- Divê beşdariya çalak a jinan di pêvajoya çareseriyê ya têkildarî Meseleya Kurd de were misogerkirin û divê prensîbên Biryara 1325 a Konseya Ewlekariyê ya NY yên derbarê parastina jinan û beşdariya wan ya di pêvajoyên biryardayînê de werin qebûl kirin.
Tundiya li dijî jinan ne tenê rêze bûyerên takekesî ye; ew binpêkirineke sîstematîk a mafên mirovan e ku ji hêla polîtîkayên dewletê ve tê kirin ku jinan û helwestên dijî-jinan di nav civakê de paşguh dikin. Wekî Sekreteriya Jinan a Komeleya Mafên Mirovan, em ji raya giştî re dubare dikin ku em ê mafê jinan ê jiyaneke wekhev, azad û bê tundiyê biparêzin û berpirsiyariya xwe ya belgekirin û eşkerekirina binpêkirinên mafan bi cih bînin. Banga me ji dewletê re zelal e ku erkên xwe bi cih bîne, li dijî her cûre tundiyê têkoşînek bi biryar bide, da ku jin mafên xwe bi tevahî bi dest bixin, bê guman divê; tundiya li dijî jinan bi dawî bibe û divê jin pêşengiya aştî, edalet û wekheviyê bikin. Aştiyek mayînde û dadperwer, civakek ewledar û wekheviya civakî tenê bi garantîkirina mafê jiyan, azadî û temsîliyeta wekhev a jinan a di pêvajoyên biryardanê de pêkan e.
KOMÎSYONA JINAN A
KOMELEYA MAFÊN MIROVAN



