15ê Gulanê, ku roja weşana hejmara yekemîn ya kovara Hawarê ye, ji 2006an vir de wek roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin; Hawar, sala 1932yan, ji aliyê Celadet Bedirxan ku elfabeya zimanê Kurdî nivîsiye û rewşenbîrên Kurd ên wê demê ve bi elfabeya Latînî hatiye weşandin. Di Hawarê de ku heta sala 1943yan 57 hejmar derketiye, nivîsên bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî cih girtine.
Li Tirkiyê çendî ku zimanê Kurdî, piştî zimanê Tirkî, gelek bi berfirehî tê bikaranîn jî, ne xwedî statuyeke fermî ye û fişar û zordestiya li ser zimanê Kurdî seranserî dîroka Komarê bi awayên cur bi cur dewam kiriye.
Di vê serdema ku di warê avakirina aştiya civaki û dorbereke bê şer û pevçûn de gavên girîng tên avêtin, yek ji alava herî esasî ya pêşveçûna çareserkirina “pirsgirêka Kurdî” û pêkanîna aşitiya civakî, bêşik rakirina astengên li hember bikaranîna ziman û zaravayên Kurdî ye. Bêyî ti temînatên zagonî di sala 2009’an de destpêka weşana Kurdî di TRT 6ê de û di sala 2012an de destpêkirina dersên bijarte, dûrî bicîanîna daxwaza bi milyonan Kurdan a li ser zimanê dayikê ye. Sala 2025an, di nava 15 hezar mamosteyên hatine tayinkirin de tenê şeş kes mamosteyên zimanê Kurdî ne. Ev ne tevgereke rastîbîn e û nîşander e ku di asta fermî de ti plansazî ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê tune ye. Ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê divê vesazkirinên yasayî pêk bên û bi lezgînahî amûrên perwedeyê û mifredat bên amadekirin.
Mafên zimanî, di belgeyên curbicur ên mafên mirovan de jî hatine parastin. Belgeyên navneteweyî, standardên ku divê ji aliyê civaka navneteweyî ve bê pejirandin û bikaranîn destnîşan dikin; çend mînak ji van peymanan ev in: Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, Peymana UNESCOyê ya bi navê “Di Warê Perwerdeyê de Peymana li Dijî Cihêkariyê”, pêşniyazên Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê ya Ewropayê (AGİT) ku pêşniyaz li dewletên tevlî vê rexistinê bûne dike da ku li gorî van pêşniyazan tevbigerin, wek “Pêşniyazên Laheyê yên li ser Mafên Perwerdeyê yên Kêmatiyên Neteweyî”, “Pêşniyazên Osloyê yên li ser Mafên Zimanî yên Kêmatiyên Neteweyî” û Rêbera di Warê Weşanên Radyo û Televizyonan de Bikaranîna Zimanên Kêmatiyan”
Ji bo ku ti kes wek niijad, reng, zayend, ziman, ol, koka etnikî an jî civakî û hwd. li ser ti bingehê rastî ti cihêkariyê nebe û ku ji maf û azadiyên bingehîn ên mafên mirovan bi wekhevî sûd werbigre, em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo hemû zimanan azadiyê bixwazin
Em, parêzvanên mafên mirovan, hevalê xwe Vedat Aydın, di roja Cejna Zimanê Kurdî de bi rêzdarî bi bîr tînin; Vedat Aydın, endam û rêveberê komeleya mafê mirovan, di lijneya giştî ya komeleyê de bi zimanê xwe yê dayikê, bi Kurdî axaftinek kir û hate girtin û darizandin û di pey re jî hate qetlkirin.
Em parêzvanên mafên mirovan careke din tînin ziman ku em dixwazin û diparêzin herkes bi zimanê xwe yê dayikê bi azadî biaxive, bi zimanê xwe perwerde bibe û em li hember hemû astengiyên di vî warî de disekinin û cejna zimanê Kurdî pîroz dikin.
Komeleya Mafên Mirovan