Em Wedat Aydın Bi Hesret Û Rêzdarî Bibîr Tînin

Wedat Aydin, 28ê Cotmeha sala 1990î, di 3emîn Civana Giştî ya Asayî ya Komeleya Mafê Mirovan (İHD) de bi Kurdî axivî û hat girtin û navê wî bi vê buyerê ji aliyê raya giştî ve hat bihîstin. Wedat Aydinê ku sala 1990an wek serokê şaxa Amedê ya İHDyê hatibû hilbijartin, di civana giştî ya İHDyê de, dema bi kurdî axivî, tevlî parêzer Ahmet Zeki Okçuoğlu ku axaftina wî werdigerand Tirkî û parêzer Mustafa Özer, hat binçavkirin. Piştî pirsyariya ku bi rojan berdewam kir hate girtin. Wedat Aydinê ku girtî hat  darizandin, di rûniştina yekemîn a ku 19ê Berfanbara 1990î de hat li dar xistin jî îfadeyê xwe bi Kurdî da û beraet kir.

Wedat Aydin, sala 1991ê meha pûşperê, wek serokê bajarê Amedê yê HEPê hatibû hilbijartin. Wedat Aydın, 5ê tîrmeha sala 1991ê, ji aliyên kesên ku xwe wek polîs dan nasîn û gotin ewê “îfadeyê wî bigrin”, ji mala xwe hat binçavkirin. Ligel ku malbata wî û parêzer lê pirsîn jî, binçavkirina wî nehat pejirandin. 7ê Tîrmehê sala 1991ê, nêzî navçeya Madenê ya Elezîzê, di bin pirekê de can û cesedê wî hat dîtin. Hat destnîşan kirin ku Wedat Aydin bi şkenceyeke hovane hatiye kuştin. Di 10ê Tîrmehê sala 1991ê de li Amedê, bi ser deh hezaran kesên ku beşdarî rêûresma binaxkirina wî bûbûn gulle barandin. Bi sedan wesayît û bi deh hezaran kes çûn pêşiya darbesta wî. Li gor daxuyaniya fermî di vê gullebaranê de sê kes jiyana xwe ji dest dan; sedan kes, parlementer û rojnamevan jî tê de, brîndar bûn.

Ligel ku Abdulkadir Ayganê karmendê JİTEMê di salên 2000î de hin agahî li ser qetlkirina Wedat Aydın dabe jî, nasnameya kujeran nehat “tesbîtkirin”. Sala 2021ê, tehqîqata qetlkirina Wedat Aydin, sedemî bihurîna demê, betal bû.

Rasterast salek piştî qetla Wedat Aydin, rewşenbîr û rojnamevanê Kurd, Musa Anter, bi destê heman nîvendan hat qetlkirin.

Salên 90î, piştî qetla Wedat Aydin û Mûsa Anter, wek salên tarî yên ku windahiyên bi zorê, “kuştinên kujernediyar” zêde bûbûn tên bi bîr anîn. Aqûbeta bi hezaran kesên winda hê jî nediyar e; cesedên bi hezaran kesên ku bûne qurbanê qetlkirinên “kujernediyar”, îro, ji gorên komelî yên li vê erdnîgariyê belav bûne dertên. Dosyeyên doz û lêpirsînan, di refên dadxaneyan de, ji bo demboriya wan temam bibe, dirizin.

Em wek Komeleya Mafên Mirovan, me hey gotibû û em hê jî dibêjin, Wedat Aydin, ji ber têkoşîna xwe ya demokratik û siyasî, ku bi bingeha mafên mirovan û azadiyan dimeşand, bû hedefê saziyên tarî yên ku di nav dewletê de bi cih bûne. Bi salan şûn de, deşîfrebûna van saziyan û aşartinên faîlan vê yekê teyîd kir. Em dubare dikin; faîl nediyar nînin, diyar in…

Di erdnîgariyek ku bi hezaran kes bi zorê hatine windakirin, aqûbeta wan hê jî derneketiyê holê û bi rêk û pêk li van buyeran nehatiya pirsîn, nabe ku behsa mafên mirovan û hiqûqê bê kirin.

Sedemî siyasetên red û înkarkirinê, yên di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurdî û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd de, Wedat Aydin, piştre jî bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û ev yek zirareke mezin daye aştiya civakî.

Em parêzvanên mafên mirovan, di vê têkoşîna xwe de ku bi sala ne em û merivê kesên windayî bi hev re dimeşînin, me her gotiye û em dixwazin carek din dubare bikin ku:

  • Bêcezayî ku di saziyên daraziyê de berbelav buye divê bi dawî bibe.
  • Divê lêpirsîn û doz bi awayekî kartêker bimeşin, demborî ji bo şikence û sucên li dijî însaniyetê bê hilanîn.
  • Ji bo avakirina edaletê divê faîl teqez bên darizandin û cezayê ku heq dikin bên dayîn.
  • Divê siyasetên ku bi awayekî demokratîk rê bidin çareserkirina pirsgirêka Kurdî û avakirina aştiyeke civakî derkevin pêş; bi avakirina “Komîsyonên Heqîqet û Edaletê” divê pêvajoyên rûbirûbûna bi raboriyê dest pê bikin.

Kesayetiya Wedat Aydin û şêweya têkoşîna wî ya ku dilsozê nirxên însanî bû, ligel ku 34 sal derbas bûye jî, di têkoşîna me ya ji bo nasîna nirxên mafên mirovan û bidestxistina serweriya hiqûqê de, me hêzdar dike.

Em Wedat Aydin û hemwelatiyên ku beşdarî rêûresma binaxkirina wî bûne û di çalakiyen di wê demê de qewimîne jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr tînin.

 

Komeleya Mafên Mirovan