Roboskî ne “xeletiyeke bêhemdî” ye, Sûcekî li Dijî însaniyetê ye!

Di 28ê Berfanbara sala 2011an de, li parêzgeha Şirnexê navçeya Qilêban gundê Roboskî ku li ser sînor e, 34 hemwelatiyên Kurd ên sivîl, bi piranî zarok, bi  bombekirina F-16yên Hêzên Çekdar ên Tirk hatin qetlkirin. Rêxistinên mafên mirovan ku piştî vê qetlîamê çûn herêmê, encamên lêkolînên xwe, bi navê Rapora Qetlîama Roboskî, di 3yê Rêbendana 2012an de, bi raya giştî re parve kirin. Ne di komîsyona li parlemanê avakirî de, ne di dozgeriya sivîl de û ne jî di dozgeriya leşkerî de, rasteqîniya vê qetlîamê bi ser û ber derket hole. Dadgeha Qanûna Bingehîn diyar kir û got “ewraq kêm in”, Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan jî got “hiquqa xwemalî xelas nebûye” û bi vî hawî kiryarên vê qetlîamê hatin parastin. Di van 13 salên di ser qetliamê de bihurîn de, bi perdeya mij û tariyê û bi rê û rêzanên hiqûqî, rasteqîna vê bûyerê derneket holê û bi zanebûn hate astengkirin. Kiryar, bi siyaseta dewletê ya necezakirinê carek din hatin parastin.

Qetlîama Roboskî, yek ji encamên siyasetên dewletê yên ewlehîkar, ku di meseleya Kurdî de bikar tîne, ya herî erjeng e. Weke Newala Qesaba, weke qetlîama 33 Gulleyan, Roboskî jî, yek ji van qetlîaman e ku sivîl hatine kuştin û berpirsiyar derneketine holê û kiryar hesabê van qetlîaman nedane.

Pîvana buyerên raborî, pîvana ku qetlîam sibê cardin neqewimin û çareser bibin, mafên mirovan, aştî, edalet û bidawîanîna bêcezabûnê û hesab dayîna berpirsiyaran e. Erdnîgarî ne qeder e, darizandina kiryarên Roboskî, ji bo ev derd û xem cardin neyên serê kesî, pîvanek e. Divê bête zanîn ku pirsyarîkirina siyasetên red û înkarkirinê yên ku şer derdixin holê û daxwaza vekolîna rastiyê, ji bo her hemwelatiyên ku mafên mirovan li pêşiya her tiştî digrin, berpirsiyariyek e. Astengiya herî mezin li ber jiyaneke bihevre û aştiyane ya gelan, şer û siyasetên ewlehîkar in.

Em wek parêzvanên mafên mirovan li dijî tundiya dewletê û rayedariyê, ji bo hemû qetlîamên ku li vê erdnîgariyê çêbûne, di serî de jî ji bo qetlîama Roboskiyê, em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku rasteqînî derkeve holê, edaleta veherîner pêk bê û kiryar bên darizandin.

Di sêzdemîn salvegera bûyera Roboskiyê de, em, kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Di vê rojê de, em careke din bang li rêveberê dewletê dikin.

Qetlîama Roboskî ne qetlîamek e ku bi “xeletiyeke bêhemdî” pêk hatiye; lê ew qetlîamek û êşeke giran e ku bi daxwaz û zanebûn li dijî gelê Kurd hatiye pêkanîn. Ev qetlîam, bi encama înkarkirina meseleya Kurdî û bi siyasetên dewletê yên şer û ewlehikariyê qewimiye. Bi hîle û dek û dolabên hiquqî, kiryarên vê qetlîamê bi bêcezakirinê hatine xelatkirin. Li vê erdnîgariyê, qetlîamên ji sala 1915an vir de hatine kirin û qetlîama Roboskiyê jî tê de, li gorî hiqûqa navneteweyî di nav kategoriya sûcên li dijî însaniyetê de ne. Sûcên li dijî insaniyetê bi demborî, bi bêcezakirin û hîleyên hiquqî, nikarin bên veşartin.

Roboskî, ezmûna dewletê û rayedariyê ye. Li vê axê, rêya “aştî û edaletê” teqez dê pêşî di Roboskiyê de derbas bibe.

KOMELEYA MAFÊN MIROVAN